Tendurist / تەندوریست
Sûdên Qeysî Ji Bo Tendirustiya Mirovan

Qeysî kolesterola ziyanê dide cesteyê mirovan kêm dike. Ji ber ku tejî rîşale. Qeysî alîkare ji bo berhemanîna kolesterola baş û bi awayek bibandor karkirina cigerê baştir dike. Qeysî asta şekirê di xwînê de rêk dixe û egera ketina bi nexweşiya şekir kêm dike û berhemanîna însolînê baştir dike.
Diyartirîn sûdên qeysî:
- Bergiriya laş bihêz dike.
- Hucreyan ji têkçûnê diparêze.
- Rêgiriyê li penceşêra prostatê dike.
- Başkirina tendirustiya dil.
- Organên helandinê baştir dike.
- Dîtina çav bihêz dike.
- Rêjeya xwînê bilind dike.
- Karkirina ciger û gurçikan çalak dike
- Mirov ji xeman dûr dixe.
- Pirçê bihêz dike.
- Rû diparêze û pirzikan kêm dike.
- Karên rîxûle û gedeyê çalak dike.
- Nahêle rûyê mirovan zû biqurmiçe.
- Ji bo jinên ducanî bi sûde.