Tendurist / تەندوریست
Direng Nivistin Bergiriya Laş Kêm Dike
Li Kiwêtê lêkolînek piştrast dike tenê şevekê direng nivistin dikare bandorê li bergiriya laş bike û bergriya laş kêm bike.

Li Kiwêtê lêkolînek piştrast dike tenê şevekê direng nivistin dikare bandorê li bergiriya laş bike û bergriya laş kêm bike.
Lêkolîn ji aliyê Peymangeha Lêkolînê ya Şekerê a Kiwête ve hatiye kirin. Li gorî lêkolînê kesên direng dinivin li gorî kesên di dema xwe de dinivin bergiriya laşê wan kêmtir e.
Nivîskara sereke ya lêkolînê Fatîma El-Reşîd ragihand: ‘’Pêşketina teknolojiyê wisan dike mirov heya direngiya şevê neraz in. Ev jî pirsgirêkên tendirustî yên weke qelewî, şekir û her weke din bi xwe re tine.’’
Li gorî Klînîka Mayo pêwîstiya mirovan a xewê li gorî temen diguhere. Lê bi giştî mirovên bi temen divê di navbera 7 heya 9 demjimêran de bixewin.