fgdfgdfgfdg
Kültür û Hünar

Li Mehabadê Keçeka Kurd Ser Kelûpelên Nava Malê Nexşan Çêdike

Suheyla Hunermendeka ji Mehabadê ye Li Rojhilatê Kurdistanê Bi Navê Hunera "Şewbo" Tê Nasîn.

 

Suheyla Rede:
“Ez ser kelûpelên nava malê nexşan çêdikim. Zêdetir sê sal in bi vî karî ve xerîk im. Ji zarokiyê ve ez gelek ji karên destî dikim. Ji ber vê yekê min biryar da karekî bikim, hêz û karînên min di nav de hebe.”

Suheyla ji zarokiyê ve tevlî xulên karê destî dibe. Ev ji sê sal in bi awayeke çalak kar dike. Suheyla dibêj: ‘’Ev hunere berê zêde bû lê niha kêm bûye.’’

Suheyla: “Ez berhemên xwe di torên civakî de nîşan didim û bi awayê online difiiroşim.”

Piştgiriya xelkê jî bûye sedem Suheyla bi rêya online fêrgeheke hunerî veke û xwendekaran fêrî hunera destî bike.

Suheyla got:
“Ez gelek dilxweş im xelkê me girîngiyê bi hunera destî dide û piştgiriya min dikin. Ev jî min pal dide û hêzê dide min karê xwe berdewam bikim.’’

Suheyla li gorî daxwaza xwendekaran wêneyan çêdike û hunerên taybet ji bo wan diafirîne.

Back to top button
ckbKurdish
Hide picture