fgdfgdfgfdg
Kültür û Hünar

Du Keçên Kurd Li Elmanyayê Ciwankariyê Dikin

Diasporaya kurdî – bi taybet di Almanya de – bi dinamîzm û ciwanîyeke xweş tê nasîn.

Du Keçên Kurd, Viyan Xelîl û Marlin li Elmanyayê projeyeke taybet a ciwankariyê birêve dibin û armanca wan pêşkêşkirina ciwankariyê ye ji bo civaka Elmanyayê.

Viyan Xelîl, 27 saliye, ji Rojavayê Kurdistanê ye û pênc sal in li Elmanyayê dijî. Marlin jî, 23 saliye, ji Rojavayê Kurdistanê ye û 15 sal in li Elmanyayê dijî.

Ew bûn mêvana bernameya “Diaspora” û ser nasîna hev û şêwazên karê xwe axaftin. Marlin got:
“Ez bi karkirina ligel Viyanê gelek kêfxweş im. Me hev li TikTok û tôrên civakî nas kir û dest bi amadekirina videoyan kir.”

Viyan jî got: “Min berê rojnamevanî dikir. Kurdiya min lawaz bû . Ez niha Kurdî zêdetir dizanim û bi rastî dilxweş im.”

Marlin got:
“Xewna min vekirina navendeke ciwankariyê ye. Têde kar bikim, xwendekaran fêr bikim û karê xwe berfireh bikim.”

Viyan jî got:
“Ez dixwazim beşa ragihandinê biqedînim. Niha karê reklaman dikim û ev jî peywendiyeke nêzîk bi karê min ê ragihandinê re heye.”

Viyanê ser jiyana xwe ya penaberiyê li Elmanyayê  got:
“Jiyana me weke penaber ji Elmaniyan cuda ye. Lê şansê me yê fêrbûna ziman, beşdariya çalakiyên civakî û wergerî yê heye. Bi fêrbûna ziman re her tişt baştir dibe.”

Marlin jî got:
“Em hest dikin li vir karên cuda dikin. Lê di warê karkirinê de cudayî nîne. Karê me xweştir û paqijtir e ji navendên ciwankarî yên Elman û Ereban.”

Back to top button
ckbKurdish
Hide picture