fgdfgdfgfdg
Nivîskarên kolon

“دەستانی زەنبێلفەرۆش و گولخاتوون – سەربەخۆیی، خۆپیشاندانی دڵ و خۆبەخشین”

Zembîlfiroş rojekê dema ku ji nêçîrê dihat di ber goristanekê re derbas bû dît ku têr ,  jar, destilatdar û firmanbar  tev di goristanek de bi wekhevî   di kêleka hev de ne, lewra Zembîlfiroş ji çîna xwe ya mîrekî berda û tevlî jaran bû û  ji devera xwe koçber bû herêma Farqînê . Ji malbata mîrekên Farqînê  Gulxatûn jê hez kir .  Lê wî soz dabû ku gunihan nema bike .  Piştî gulxatûn ew bi xapekê anî kelhê û bi taybet mezela razanê ya  mîr , wî xwe ji serê kelhê avêt û bazada       Gulxatûn li pey çû . Mîr her du girtin û dane şikencê ,lê gulxatûn kêr li mîr da û bazdan  , dîsa Zembîlfiroş ji ber wê revî û bi çiyan dikeve Gulxatûn  dide pey û her du dibin du kevok û  difirin

Ji bo naskirina dilsozî , vejnkirina pirensîpên bi nirx û wilo vejînkirina çîrok û destanên Kurdî  û Pêşxistina zanista me ev destane hatiye bijartin . 

 

 

  Dibêjin navê wî ÛSIV E ,hingî xweşik bû weke pêxember ÛSIV û carinan digotinê BINYAMÎN . Ew kurê mîrê COLEMÊRGÊ bû . Jiyana xwe di  xweşî û seyran û şevbiwêrkan  de derbas dikir, bi dost û hevalên mîna xwe re . Lê ji nişkan ve dev ji wê jiyanê berda û tevlî civaka Kurdî ya giştî bû.  Li gund û taxan  û bi destê xwe xebat dikir û selik çêdikirin û digerandin û difirotin bi ardê ceyî û garsî û genimî û bi xwarinê û êvaran bi ser zarokên xwe de dihat

 

Dema ew bi hevalên xwe re rojekê ji  nêçîr û seyranê dihatin , sima hespa wî  kete kortikekê de . Ew kortik vekirin , tê de termekî xortekî dîtin , hê laşê wî nû bû , xira nebûbû ,pştî çendên salan ji mirina wî . ZEMBÎLFIROŞ matmayî ma û xuhdanekê di aniya wî re avêt . Xwe gihande malê . Tayeke zor girt . Nojdar û hekîm anîne ser, lê ti nexweşî lê nedîtin ,. Camêrekî zana bi derûnê û nefsiyetê anîn , wî jê xwest ku jê re  tev  bêje îro çi pê re çêbiwe.

Jê re behs kir û nav axaftina xwe de behsa wî  termî dîtî jî kir .

camêr  got rast e , kesê bi keda destê xwe nanê xwe bixwe , gunihan neke , Xwedê di tirbê de jî laşê wî diparêze . Vê ramanê bandor li Zembîlfiroş kir û soz da xwe ku dev ji vê jiyana ku jê re qenciyan nayîne berde û bi keda destên xwe bijî.. 

Nerînek din heye .  Dibêjin dema bi hevalên xwe re ji seyrankê dihat ,di ber goristanekê re derbas bûn , bala wî hate kişandin ku jar û têr û mîr û gavan tev wê li cem hev mirî ne . Ji xwe re got nexwe ev dawiya me microvan e, kes ji kesî neçêtir e , lewra ev jiyan pûç e, ez ê qenciyê bikim û tevlî gel di civaka giştî de bibim

Piştî  biryara xwe da , ji hevjîna xwe re go:Tu azadî bi min re bê yan na . Hevjîna wî  piştî çi qas jê lûblûb kir ku ew ji biryara xwe vegere , ew ne vegeriha, neçar ma ku pêre bimîne . Lê dê û bavên wî çi qas fişar û zext lê kirin, ew ji  soz û toba xwe venegeriha .

 

Mala xwe bar kir ji ÇOLEMÊRGÊ û li gelek deverên Kurdistanê zembîlên xwe difirotin.  Li celdên FARQÎNÊ  dema wî zembîlên xwe difirotin , hevjîna mîrê dewleta MERWANÎ a berya hezar salî GUL XATÛN carinan dibêjinê BENÎ XATÛN û carinan dibêjin ew keça mîr bû û carinan dibêjin ew cariya mîr bû.

 

Dema GULXATÛN di pencerê re ew dît ,  du cariyên xwe rêkirin pey û  got bi çi awayî be wî bênine kelha min . Carî çûn ew anîn .GULXATÛN hemû derî  lê daran û pê re ma bitenê û gotiyê min ji te hez kiriye . Wî got: Min tobe kiriye ,ez gunihan nekim

Piştî ZEMBÎLFIROŞ çara xwe nabîne , dibêje ka misênek av ez ê çime destlimêjê . GULXATÛN werîsekî  tîne û bilingê wî ve girê dide  û serê wî dike destê xwe de. Ew  ji xwe ve  diçe avrêjê, lê bi pêpelûnkan ve diçe ta serê BIRCA KELHÊ û werîs vedike û bi misîn ve girê dide û destên xwe ber bi  xwedê ve dihilde û dibêje : Xwedayê min tu min nehetikîne , te çawa pêxember USIV ji  destên ZELÎXA hevjîna FER’ÛNÊ MISRÊ rizgar kir , te çawa pêxember ÛNIS ji zikê hût derxist bi silametî , te çawa pêxember MÛHEMED (S) te ji gawiran di şikeftê de xilas kir , tu wilo min jî ji vê tengiyîê rizgar bikî .

 

Xwedê firişt CIBRÎL jê re rêkir û rahiştiyê û danî ser ERDÊ û wî berê xwe da malê . Lê dema hat hevjîna wî got : Ka selik û xwarina te , zarok ji nêza mirin e, hingî tu dereng ketî . Wî  kevir xistine beroşê de ,li ser êgir. Ew kevir bûne xwarina ji BEHIŞTÊ û danîne ber zarokên xwe . Çîrokbêjine din dibêjin: Zarokên wan li ber wê beroşa li ser êgir li hêviya xwarinê razihan .

GULXATÛN dema werîs kişand vala hat , çû serê kelhê, dît ku va ZEMBÎLFIROŞ reviya ye . Vegeriha û  xwe berda xwar û bi sikakan ket ,lê geriha, ta bû berê sibehê û li derê mala wan xist . Hevjîna wî  ELÊ derket , GULXATÛN cil û zêrên bi xwe re tev danê, ji bo heme bihêle li mala wan û di berê ZEMBÎLFIROŞ de raze . Ew raziha ,lê dema ku piyê ZEMBÎLFIROŞ di nav nivînê de li piyê wê ket , wî zanî bû ku ne yên hevjîna wî  ne , meyzand ku GULXATÛN E . Heme daxwe û xwedê ew kire kevokek û di kulekê re firî . GULXATÛN da pey û lê geriya, bi roj û heyv û salan . Carekê ew li ser kehniyekê dît ,wî karkir bazde , wê got: Ez dexîlê te me , ez ji kerbê evîna te şewitî  me , bi çol û bêlanan ketime , heme maçekê bide min û bila êdî xwedê rihê min bistîne , vêce  û her yek li aliyê din yê kehniyê , GULXATÛN maç li ZEMBÎLFIROŞ xist û her yek di cihê xwe de ket û rih spartin  . Lê henek dibêjin  Xwedê ew kirin du kevok û ber bi ezmanan ve firiyan.

Lê henekan din dibêjin : ZEMBÎLFIROŞ  daxwaziya wê pêk nanî û reviya , keçikê da pey û bi çiyan ketin û tevlî keriyên koviyan bûn û ta niha kes nizane dawiya wan çi ye û çawa ye.

 

Beşek din ji çîrokbêjan dibêjin : Piştî GULXATÛN wê şevê li mala ZEMBÎLFIROŞ raziha , ew vegeriha qesra xwe , ku va mîr NASIR DEWLA  ji qehra li hêviya wê  difetise. Jê pirsî : Tu li ku bûyî . Wê got :Ez li bazarê diseyîrîm . Jê bawere nekir  . Ban li cariyan kir . Yekê got: Wê dabû pey ZEMBÎLFORŞ. NASIR DEWLE sê xulamên xwe rêkirin û ZEMBÎLFIROŞ anîn û bi tena terpê kirin û pê re GULXATÛNÊ jî avêtin zindana qeşayê de . Piştî  du demjimêran NASIR DEWLÊ çû va hê nemirine . Kêrek anî , avête laşê ZEMBÎL FIROŞ , rehnê wî  çirand ,wî qîreke bilind da , dilê GULXATÛN ser ariha , xwe li nav guhê NASIR DEWLÊ xist , xwe zer kire kêrê û li zikê wî xist û kuşt . Henek dibêjin  Zembîlfiroş  ew kuşt.

GULXATÛN rabû ZEMBÎLFIROŞ bir û  birîna wî derman kirin  û tevlî malbata wî bû . Lê gotiyê : Ka em herin warekî ku lê mîr û axa û paşa nebin.

 

 Destaneke gelêrî girêdayî bi jiyana civaka Kurdî ve ye û tê de doza  dûr ji desthilatdaran bi dawî  bi ser dikeve .  Dîroknasin dibêjin ew digihe destana Gilgamêş û mesela Enkîdo bi keça parstgiha Eştar ve  û zelîxa û  pêxember Ûsive (S) jî.

Pir baş e,  dema ku mirovek mîna Zembîlfiroş helwesta poşmanî pê re çê bibe û tevlî jiyana gelêrî bibe û ya herî baştir ew e  ku dema mirov sozekê li ser qenciyê bide ,  mirov wê sozê biparêze.

Şîrovger hene dibêjin ku helwesta Gulxatûn a nerênî , sûncê mîr têde heye ,  ji ber ku wî çar jin û gelek cêrî hebûn ,  lewra wê ew yek kir

Pir sawîr û nîgaş tê de heye  :Mesela xurtê di binê erdê de  . Ji serê kelhê xwe avêtî .  Mesela ku bûne kevok

Destaneke ji  nifşekî Kurdî derbasî nifşekî din biwe û wilo li nav çanda gelên rojhilata navîn jî belav biwe

 

Li gor pîvanên destanek gelêrî hatiye gotin  , lê hingî li Kurdistanê û derve belav biwe , lewra xalên cida derbas bûne  û wê diyardeyê bandor li nivîskarên wê jî kiriye û wilo dema bi rengê stranan jî belav biwe malik û helbestên wê ne yek in.

Di çarçoveya naveroka destanê de,  analîzan encam girtine û ji rastiya naveroka wê hatina gotin  wek çîrok û wilo hatiya nivîsandin û bûne helbestên stranan jî.

 

 

Jêder :

Marûfê Xezindar –Dîroka Wêjeya Kurdî – Bergê Diwem –Hewlêr – Aras 2002

Nîzarê Agirî –Hebû Nebû – Xwendinek Di Çîrokên Kurdî De -Weşanxana Zeman –

Şamنزار آغري – كان يا ما كان  قراءة في الحكايات الكردية –دار الزمان 2016- دمشق

-Heyderê Emer –Çanda Kurdî û Çandên Derdorê –Qahîrê- Weşanxana Nefertîtî -2022

 حيدر عمر –الثقافة الكردية والثقافات المجاورة – دار نفرتيتي للنشر -قاهرة 2022م

Back to top button
ckbKurdish