“دەستانی زەنبێلفەرۆش و گولخاتوون – سەربەخۆیی، خۆپیشاندانی دڵ و خۆبەخشین”

Zembîlfiroş rojekê dema ku ji nêçîrê dihat di ber goristanekê re derbas bû dît ku têr , jar, destilatdar û firmanbar tev di goristanek de bi wekhevî di kêleka hev de ne, lewra Zembîlfiroş ji çîna xwe ya mîrekî berda û tevlî jaran bû û ji devera xwe koçber bû herêma Farqînê . Ji malbata mîrekên Farqînê Gulxatûn jê hez kir . Lê wî soz dabû ku gunihan nema bike . Piştî gulxatûn ew bi xapekê anî kelhê û bi taybet mezela razanê ya mîr , wî xwe ji serê kelhê avêt û bazada Gulxatûn li pey çû . Mîr her du girtin û dane şikencê ,lê gulxatûn kêr li mîr da û bazdan , dîsa Zembîlfiroş ji ber wê revî û bi çiyan dikeve Gulxatûn dide pey û her du dibin du kevok û difirin
Ji bo naskirina dilsozî , vejnkirina pirensîpên bi nirx û wilo vejînkirina çîrok û destanên Kurdî û Pêşxistina zanista me ev destane hatiye bijartin .
Dibêjin navê wî ÛSIV E ,hingî xweşik bû weke pêxember ÛSIV û carinan digotinê BINYAMÎN . Ew kurê mîrê COLEMÊRGÊ bû . Jiyana xwe di xweşî û seyran û şevbiwêrkan de derbas dikir, bi dost û hevalên mîna xwe re . Lê ji nişkan ve dev ji wê jiyanê berda û tevlî civaka Kurdî ya giştî bû. Li gund û taxan û bi destê xwe xebat dikir û selik çêdikirin û digerandin û difirotin bi ardê ceyî û garsî û genimî û bi xwarinê û êvaran bi ser zarokên xwe de dihat
Dema ew bi hevalên xwe re rojekê ji nêçîr û seyranê dihatin , sima hespa wî kete kortikekê de . Ew kortik vekirin , tê de termekî xortekî dîtin , hê laşê wî nû bû , xira nebûbû ,pştî çendên salan ji mirina wî . ZEMBÎLFIROŞ matmayî ma û xuhdanekê di aniya wî re avêt . Xwe gihande malê . Tayeke zor girt . Nojdar û hekîm anîne ser, lê ti nexweşî lê nedîtin ,. Camêrekî zana bi derûnê û nefsiyetê anîn , wî jê xwest ku jê re tev bêje îro çi pê re çêbiwe.
Jê re behs kir û nav axaftina xwe de behsa wî termî dîtî jî kir .
camêr got rast e , kesê bi keda destê xwe nanê xwe bixwe , gunihan neke , Xwedê di tirbê de jî laşê wî diparêze . Vê ramanê bandor li Zembîlfiroş kir û soz da xwe ku dev ji vê jiyana ku jê re qenciyan nayîne berde û bi keda destên xwe bijî..
Nerînek din heye . Dibêjin dema bi hevalên xwe re ji seyrankê dihat ,di ber goristanekê re derbas bûn , bala wî hate kişandin ku jar û têr û mîr û gavan tev wê li cem hev mirî ne . Ji xwe re got nexwe ev dawiya me microvan e, kes ji kesî neçêtir e , lewra ev jiyan pûç e, ez ê qenciyê bikim û tevlî gel di civaka giştî de bibim
Piştî biryara xwe da , ji hevjîna xwe re go:Tu azadî bi min re bê yan na . Hevjîna wî piştî çi qas jê lûblûb kir ku ew ji biryara xwe vegere , ew ne vegeriha, neçar ma ku pêre bimîne . Lê dê û bavên wî çi qas fişar û zext lê kirin, ew ji soz û toba xwe venegeriha .
Mala xwe bar kir ji ÇOLEMÊRGÊ û li gelek deverên Kurdistanê zembîlên xwe difirotin. Li celdên FARQÎNÊ dema wî zembîlên xwe difirotin , hevjîna mîrê dewleta MERWANÎ a berya hezar salî GUL XATÛN carinan dibêjinê BENÎ XATÛN û carinan dibêjin ew keça mîr bû û carinan dibêjin ew cariya mîr bû.
Dema GULXATÛN di pencerê re ew dît , du cariyên xwe rêkirin pey û got bi çi awayî be wî bênine kelha min . Carî çûn ew anîn .GULXATÛN hemû derî lê daran û pê re ma bitenê û gotiyê min ji te hez kiriye . Wî got: Min tobe kiriye ,ez gunihan nekim
Piştî ZEMBÎLFIROŞ çara xwe nabîne , dibêje ka misênek av ez ê çime destlimêjê . GULXATÛN werîsekî tîne û bilingê wî ve girê dide û serê wî dike destê xwe de. Ew ji xwe ve diçe avrêjê, lê bi pêpelûnkan ve diçe ta serê BIRCA KELHÊ û werîs vedike û bi misîn ve girê dide û destên xwe ber bi xwedê ve dihilde û dibêje : Xwedayê min tu min nehetikîne , te çawa pêxember USIV ji destên ZELÎXA hevjîna FER’ÛNÊ MISRÊ rizgar kir , te çawa pêxember ÛNIS ji zikê hût derxist bi silametî , te çawa pêxember MÛHEMED (S) te ji gawiran di şikeftê de xilas kir , tu wilo min jî ji vê tengiyîê rizgar bikî .
Xwedê firişt CIBRÎL jê re rêkir û rahiştiyê û danî ser ERDÊ û wî berê xwe da malê . Lê dema hat hevjîna wî got : Ka selik û xwarina te , zarok ji nêza mirin e, hingî tu dereng ketî . Wî kevir xistine beroşê de ,li ser êgir. Ew kevir bûne xwarina ji BEHIŞTÊ û danîne ber zarokên xwe . Çîrokbêjine din dibêjin: Zarokên wan li ber wê beroşa li ser êgir li hêviya xwarinê razihan .
GULXATÛN dema werîs kişand vala hat , çû serê kelhê, dît ku va ZEMBÎLFIROŞ reviya ye . Vegeriha û xwe berda xwar û bi sikakan ket ,lê geriha, ta bû berê sibehê û li derê mala wan xist . Hevjîna wî ELÊ derket , GULXATÛN cil û zêrên bi xwe re tev danê, ji bo heme bihêle li mala wan û di berê ZEMBÎLFIROŞ de raze . Ew raziha ,lê dema ku piyê ZEMBÎLFIROŞ di nav nivînê de li piyê wê ket , wî zanî bû ku ne yên hevjîna wî ne , meyzand ku GULXATÛN E . Heme daxwe û xwedê ew kire kevokek û di kulekê re firî . GULXATÛN da pey û lê geriya, bi roj û heyv û salan . Carekê ew li ser kehniyekê dît ,wî karkir bazde , wê got: Ez dexîlê te me , ez ji kerbê evîna te şewitî me , bi çol û bêlanan ketime , heme maçekê bide min û bila êdî xwedê rihê min bistîne , vêce û her yek li aliyê din yê kehniyê , GULXATÛN maç li ZEMBÎLFIROŞ xist û her yek di cihê xwe de ket û rih spartin . Lê henek dibêjin Xwedê ew kirin du kevok û ber bi ezmanan ve firiyan.
Lê henekan din dibêjin : ZEMBÎLFIROŞ daxwaziya wê pêk nanî û reviya , keçikê da pey û bi çiyan ketin û tevlî keriyên koviyan bûn û ta niha kes nizane dawiya wan çi ye û çawa ye.
Beşek din ji çîrokbêjan dibêjin : Piştî GULXATÛN wê şevê li mala ZEMBÎLFIROŞ raziha , ew vegeriha qesra xwe , ku va mîr NASIR DEWLA ji qehra li hêviya wê difetise. Jê pirsî : Tu li ku bûyî . Wê got :Ez li bazarê diseyîrîm . Jê bawere nekir . Ban li cariyan kir . Yekê got: Wê dabû pey ZEMBÎLFORŞ. NASIR DEWLE sê xulamên xwe rêkirin û ZEMBÎLFIROŞ anîn û bi tena terpê kirin û pê re GULXATÛNÊ jî avêtin zindana qeşayê de . Piştî du demjimêran NASIR DEWLÊ çû va hê nemirine . Kêrek anî , avête laşê ZEMBÎL FIROŞ , rehnê wî çirand ,wî qîreke bilind da , dilê GULXATÛN ser ariha , xwe li nav guhê NASIR DEWLÊ xist , xwe zer kire kêrê û li zikê wî xist û kuşt . Henek dibêjin Zembîlfiroş ew kuşt.
GULXATÛN rabû ZEMBÎLFIROŞ bir û birîna wî derman kirin û tevlî malbata wî bû . Lê gotiyê : Ka em herin warekî ku lê mîr û axa û paşa nebin.
Destaneke gelêrî girêdayî bi jiyana civaka Kurdî ve ye û tê de doza dûr ji desthilatdaran bi dawî bi ser dikeve . Dîroknasin dibêjin ew digihe destana Gilgamêş û mesela Enkîdo bi keça parstgiha Eştar ve û zelîxa û pêxember Ûsive (S) jî.
Pir baş e, dema ku mirovek mîna Zembîlfiroş helwesta poşmanî pê re çê bibe û tevlî jiyana gelêrî bibe û ya herî baştir ew e ku dema mirov sozekê li ser qenciyê bide , mirov wê sozê biparêze.
Şîrovger hene dibêjin ku helwesta Gulxatûn a nerênî , sûncê mîr têde heye , ji ber ku wî çar jin û gelek cêrî hebûn , lewra wê ew yek kir
Pir sawîr û nîgaş tê de heye :Mesela xurtê di binê erdê de . Ji serê kelhê xwe avêtî . Mesela ku bûne kevok
Destaneke ji nifşekî Kurdî derbasî nifşekî din biwe û wilo li nav çanda gelên rojhilata navîn jî belav biwe
Li gor pîvanên destanek gelêrî hatiye gotin , lê hingî li Kurdistanê û derve belav biwe , lewra xalên cida derbas bûne û wê diyardeyê bandor li nivîskarên wê jî kiriye û wilo dema bi rengê stranan jî belav biwe malik û helbestên wê ne yek in.
Di çarçoveya naveroka destanê de, analîzan encam girtine û ji rastiya naveroka wê hatina gotin wek çîrok û wilo hatiya nivîsandin û bûne helbestên stranan jî.
Jêder :
–Marûfê Xezindar –Dîroka Wêjeya Kurdî – Bergê Diwem –Hewlêr – Aras 2002
–Nîzarê Agirî –Hebû Nebû – Xwendinek Di Çîrokên Kurdî De -Weşanxana Zeman –
Şamنزار آغري – كان يا ما كان قراءة في الحكايات الكردية –دار الزمان 2016- دمشق
-Heyderê Emer –Çanda Kurdî û Çandên Derdorê –Qahîrê- Weşanxana Nefertîtî -2022
حيدر عمر –الثقافة الكردية والثقافات المجاورة – دار نفرتيتي للنشر -قاهرة 2022م